Virginia Woolf: Nivîskara yên Nedîtbar

Virginia Woolf: Nivîskara yên Nedîtbar

Dema weşanê: Gelawêj 13, 2019, 4:44

Nivîskar: Mistoyê HECO

Dîtin: 857

Virginiayê çavên xwe yên kesk ên westiyayî kurkusandin û xwest mêla xwe bide ser rêzên nameya ji Leonard re nivîsandî. "Hest dikim ku dîsa dîn dibim û bi ya min ev car cara dawîn e. Dizanim, careke dinê nikarim bi qîç û pîlan jê xilas bibim jî. Tu wizeya min nema êdî."

STOP!

Divê ev çîrok wiha kuta nebe.

Ka bisekinin. Ez ê xwe bi rîtma dengê naqosên barûya saetê ya Big Bangê bigirim û vê çîrokê bi wê rîtmê, bi şikilekî dinê kuta bikim. Guhêrbarî xweş e. Binêrin ka çawan dibe.

Zeng, zeng, zeng…

(…)

“Rewşa Richardî ji berê çêtir bûye. Tu mafdar bûyî,” got Sallyê, “Biçim bi wî re biaxêvim. Qek nebe jê xatirê xwe bixwazim. Qey girîng e di hişê wî de çi heye û ew çi difikire?” got Lady Rosseterê gava ji cihê ku rûniştî rabe. “A girîng ne ya di dil de ye?”

“Ez jî werim,” got Peterî; leblem qasekî li cihê ku sekinî wenganî heyirî ma. Çi ye ev tirs? got xwe bi xwe. Ev coşa dilê min ji çi ye? Hundirê min çima bi tirseke bêterîf tê dagirtin?

Clarissayê di ber xwe de got, erê.

Çimkî Clarissa li wir bû.                                  

 (Ji Mrs. Dallowayê)

Ji naqosa barûya saetê ya Big Benê careke dinê deng nehat. Lêneda. Û min dîsa pê nikanî ku vê çîrokê bigihînim derveyî rastî û nerastiyê. Nizam çi bikim.  Dawî bi wê roja dirêj jî hat. Diyar e ku ev çîrok ji vir re jî naçe serî. Lê çima?

Ez xêrnexwazekî pir mezin im. Û gava navê Virginiayê bi lêv dikim, ji hedê xwe zêdetir bi bedniyet dibim. Çima? Çimkî ew dîneke serê xwe bû û wê xwe kuşt.  Ji vê dîtir her tişt pûç e.

A ku sifre bi şepolahiş xemilandî û lê zikê romana nûger têrkirî ne ew bû?  Ev bedniyet ji çi ye? Çima ez ji dawiyê de dest bi vegotina vê çîrokê dikim?

Zeng, zeng, zeng…

Erê, dizanim ku hûn ji min zêdetir hez ji Virginia Woolfê dikin. Ez jî hez dikim.

Ka werin em bi hev re dest bi vê çîrokê bikin. Ta ji serî de… û ji serî de bibirim; Dê di vê çîrokê de behsa wê jiyana ku di navbera herdu şerên giran ên cîhanî de heşirî, behsa wê jina feminist, bîseksuel, egzistansiyalîst (hebûnperest), bi mişkûleyên zîhnî mijûl û behsa wê xîreta ku nexwestî bi sisê gîneyan li ser sengerê şerê mêran rûnê û di odeyeke aîdî xwe de şîretan li jinan dike û ji wan re dibêje, “Pereyan qezenc bikin, ji xwe re pê odeyekê û wextên guncav peyde bikin. Mêr ji we re dibêjin çi bila bibêjin. Guhên xwe ker bikin û bi tenê binivîsin.”   neyê kirin.

A rastî lehenga vê çîrokê jî ne Virginia bi xwe ye, Giniaya biçûktiya wê ye. Hezkiriyên wê bi vê şiklê gazî wê dikirin.

Giniayê heta sê saliya xwe hema hema qet deng nekiribû. Lewma malbata wê xeylî bi endîşedar bû.

-       Ev keçik napeyive, digot bavê wê.

-       Divê em wê nîşanî diktoran bidin, digot dîya wê.

Lê hewce nekir ku wê bibin diktoran, çimkî rojekê Ginia ji nav nivînan rabû, ji şibakê re li derva nêrî û got: “Ev ewrê hanê dişibe qaqlîbazekê”. Qey te digot ev hevok ne hevoka Giniayê ya siftê bû, hevokeke jirêzê bû. Venessaya xuşka wê beyî bertek bersiva wê da: “Na, bi ya min dişibe pezekî”. “qaqlîbaz”, “pez”, “qaqlîbaz”, “pez”, “qaqlîbaz”, “pez” û herdu xuşkandan bin guhê hevdu da ku heta ew ewr kete tislumê fîlekê.*

Lavlavka peyvan xwe li zimanê Giniayê dipêçe:

Jiyan-nivîsîn-hewa-fikirîn-peyv-pirsîn-çivîk-gotin-nivîsîn-xwe spartina doşka xeyalan-çem-fêmkirin*  

Ev çi ezamet bû! Ne wisa?

Kitêba Luisa Antolin Villotayê ya bi navê “Virginia Woolf: Nivîskara yên Nedîtbar” bi vê lavlavka peyvan dest pê dike û ev lavlavka me hetanî sê saliya Giniayê reh berdide û rûçik li me xweş dibin.

Zeng, zeng, zeng…

Kitêb li gorî perwerdekirina zaroyên 8-10 salî hatiye amadekirin û ji 36 rûpelan pêk tê. Her rûpeleke xwe bi xêzên rengorengo hatiye xemilandin. (Xwezî kurmanciya wê jî bê amadekirin.)

A min, gava min kitêb dixwend ji kêfan re gilêz bi devê min ket.

Naveroka kitêbê têr û tijî ye. Wek nimûne; kê ji me dizanî ku leqebê Virginiayê “bizin” e? Gelek kesan ji Virginiayê diqehirî, gazin lê dikirin û jê re digotin, “Bes! Çi gunehê me heye ku tu guhên me bi çîroka Judithê -xuşka  Shakespeare ya xeyalî ye- genî dikî?” diyar e, haya wan jî bi vê têbiniyê tune bû! Erê,Ginia bizinek bû.

Ginia çîrokbêjeke zarşêrîn bû jî.

“Ginia, ji me re çîrokekê vebêje!” xuşk û birangên wê li ber devê bîra xewê  jê çîrok dixwastin.

Virginiayê dengê xwe nizm dikir, te digot ji binê bîrekê diaxivî, û dest bi çîroka xwe dikir.* “Hebû tune bû. Di qurcê baxçeyekê de defîneyeke mezin veşartî bû…”û hemû çîrokên wê bi hêkrûnên bisicûq diqedîn.    

Giniayê zehf ji kitêban hez dikir. Pirtûkxaneya bavê wê heta dev bi kitêban tijî bû. Lê bavê wê deriyê pirtûkxaneyê tim zurze dikir. Giniayê jî çavê xwe dikuta qulika zemberegê û ji wir re yek bi yek navê kitêban dixwend. Rojekê bavê mifteya pirtûkxaneyê da Giniayê û got, “Ginia, hemû kitêbên min êdî yên te ne.”* Piştî wê rojê,  her roj kitêbekê di bin çengê Virginiayê de  cih ji xwe re didît. Virginia di nav rûpelên kitêban de winda dibû. Di her rûpelekê de dîmeneke nû li ber çavên wê xêz dibû. Ji ser re pir wext neborîbû ku Virginiayê biryara xwe dabû û dixwast bibe nivîskar. Bo vê ji xwe re bi tayên xeyalî toreke peyvan honand û jê re got “tora peyvên bêdeng”. Tora xwe her diavêt peyvên bêdeng û her ku pergî wan peyvan dihat dixwast çîrokan binivîsîne.

“fêm nakim”, “ditirsim”, “ dixwazim tu min hembêz bikî”, “îro bi rûyê xwe yê beqînî ji xew rabûyî”*   Evçend nimûne jî ji nimûneyên peyvên bêdeng ên ku ketine nav tora peyvan in.

Û zeng!

Virginia, keçeke çavkesk, rûgilover û gepsor bû.*

 

* Virginia Woolf: Görünmeyenin Yazarı / Luisa Antolin Villota / Elma Yayınevi

(MH/MB)